bijî azadî û serebexoyî û kar

From the Book:
Gird û Ko
By:
Nafe Mazhar (1913-1998)
 2 minutes  589 views
’erîzey noker bo aẍay gewre
ke sayey bo gişt biçûkan çewre
min negořyawim wek be’zê eşxas
bêwefa bêm û sipłe û naspas
ba toş tûře bî û le minit dabê
be cinêw dak û babimit gabê
bełam min be tom cinêw nedawe
aẍe û gewreyî tom le pêş çawe
ezanim boyê ḧeznakey biřom
ełey xoşim ewêyt her wek kuřî xom
noker nazare û xeste zû ebê
karî lênaye û zû manû ebê
fêrî xwardinî goşt û piławe
le naneřeqe û doł û soł çîdawe
natwanê lenêw lêfey konayî
bixewê wekû baqî awayî
ezanim hemû lûtfe beřasî
diłsozî bawkê bo kuřî xasî
sipasguzarim bełam emewê
boxom azad bim çen řoj û şewê
eger le beyan takû řojawa
’areq biřêjim le quř û awa
xom û minał û jinim giş řût bîn
le kelawayê bim kirênşîn
be de řoj carê sê çwar nanî let
xom û minałim bîxoyn be řeḧet
leş û gyanî min hîç xeste nabê
çûnka be hîç kes wabeste nabê
kes nałê zûke were der segbab
netwanim fewren neydemo cewab
aẍa û gizîr û kwêxa her xomim
her boxom aẍay ’ecem û řomim
lêmgeřê be zor memxere jêr bar
bijî azadî û serbexoyî kar
to be řêgey xot min be řêgey xom
kes wek xom diłî nasûtê boxom!