kak ḧemey qazî

«tarîfî kake ḧemey şêxel’îslamî feřaşî ferheng»
From the Book:
Gird û Ko
By:
Nafe Mazhar (1913-1998)
 1 minutes  542 views
siłamî min leser to bê birakem kak ḧemey qazî
wekû xełkî le to řazîn xwayşit lê bibê řazî
lelay min qaremanî şuẍił û encamî wezîfey to
le bo pêşřeftî meqsûdit fîdakarît û serbazî
beřasî to musułmanî ke gwê nadeyte mediḧ û zem
ne cezbet bû le bo nan û ne bazit bû qûmarbazî
ne lêwit xiste kar bo medḧetî pyawanî nalayq
ne abřûy xot bebada bo dizî û ḧîle û kiławsazî
le kellet herwekû merdanî ḧeq fîz û hewa derkird
ḧelîm û bordibar û qani’ û bêdeng û bêřazî
ne bo celbî menafî’ daxlî cergey syaset bûy
ne bo şoret wekû min zorbiłêy û nukteperdazî
fîday wîcdanî pakit bim ke bo ḧêfzî wezîfey xot
le lat wek yek wehaye kurd û furs û turk û tazî
çi xoştir bû min û toyş wek des û pařeş bedes bênîn
be řencî şan birinc û nan be necařî û xebbazî
şipirzePen name mate bo tarîfî to serbarî giştêkit
emet bes wek minî eḧmeq be qewl û qîle nanazî!