bîrî dênşînekan

From the Book:
Gird û Ko
By:
Nafe Mazhar (1913-1998)
 2 minutes  510 views
ladêyî hergîz be ker mezane
mełê nefamin wek kêwî wane
ewanîş le to xawen bîrtirin
pêt naxoş nebê leto jîrtirin
ezanin şon û řêgay jîn çone
ełên ke řojan řojyan le şone
řêgay syaset zor çak şarezan
ca le qez xoşyan eken be nezan
zimsanêkî tûş le kwêredêyêk
řêkewt mamewe dû mang le cêyêk
sofî ḧememîn, kaḧemeşerîf
kwêxa ewlmecî, eḧmedî ḧenîf
derwêş elî weys, kerîm parepîs
fetedom řeḧîm, se’dî xabłikîs
feqê biraym mela ’ewdiła
şêxesen, ’ebe, xuley ka’ewła
ḧemeřeş, kerem, miçeqelyanxor
wesa siłêman, feḧey ’ezebor
marf û qale, qasme kułkin
řesûłe gîske, ḧeme dûbzin
komełyan ebest şewan le mizgewt
edwîn yek yek le mes’eley newt
le piştîbanî amrîka û pûłdan
le syasetî padşay êran
le fiřufêłî dujminî îslam
le zułim û zorî me’mûrî nefam
heryek ’eqîdey xoy ekird îzhar
heryek be corê ehate guftar
şewê yekêkyan gîrî lêm hawird
be tîr û tane minyan le řû bird
wityan necîm hey eme beřasî
boç wa melûl û bêdeng û basî
toyş basî şayê ya xo wezîrê
şêxê, derwêşê, xanê, feqîrê
fermû emcare ca norey toye
guftarî ’ewam serpay diroye
ema qiseyê le to epirsim
lay kes nawêrim bêjim etirsim
tuxwa boç kurdî nanûsin êwe
her be farsîye herçî kitêwe
eger qaqezê binûsin bo dê
mamosa nebê kes ḧałî nabê
«fidayt şum yanî»Persian çî babe?
«be sergerdit bim» boçî xerabe?
lecêy «suxtim risîdim be mutPersian»
deba binûsin «piřûzem lêkewt»
bexwa aẍegyan xetay êweye
êwe sewad û qełemtan heye
key çwar nefertan be zuwanî wiłat
kaẍeztan bo çwarkesî wek min hat
witim: kakegyan řase ’ewamin
bełam zor çatir le min efamin
dwêşew xot witit hezar qewałe
le meqabîlî zora betałe!