bêçareyî

«le zibanî xełk û komełewe»
From the Book:
Gird û Ko
By:
Nafe Mazhar (1913-1998)
 1 minutes  561 views
leber bêçareyî bûme kumunîz
leber bêçareyî bûme diz û ḧîz
leber bêçareyî ew dû minałem
serapa çiłk û çiłme û pîsye û mîz
leber bêçareyî bû bêsewadîm
ke êsta kakî kewden pêm eka tîz
leber bêçareyî ḧemmał û noker
xiraye jêr řikêf û zîn û mamîz
leber feqir û nebûne mamî ḧacî
be serma bo penawayê eka fîz
leber bêçareyî bû kakî axûn
enûsê bom du’a û ḧêrz û te’wîz
leber bêçareyî bû wa ebînî
ke řûs û çîn bełan û fîtne’engîz
leber bêçareyî û feqre ke zor kes
ebête cîrexorî řûs û îngilîz
leber bêçareyî bû fetḧî êran
bedes eskender û teymûr û çengîz
leber bêçareyî wêran û çołe
erak û esfehan û řeşt û tebrîz
leber feqre nema lay kake nafî’Pen name
qisey şîrîn û eş’arî dil’awîz!