şêtekey byabanî

From the Book:
Gird û Ko
By:
Nafe Mazhar (1913-1998)
 1 minutes  784 views
boçî wa eka pêy biłên şêtekey byabanî
pîsekey weten seqqiz, kurde ḧîzî êranî
fikir û meẍiz û ḧewas û ẍîret û dił û dînmî
yek be yek perêşan kird leşkirî perêşanî
ger be ẍem nebûrayê ’umir û nebûyayê
hîç nebûn lepêş çawim enwerî û qa’anî
ḧeyfî wa derat řîşim, her kesîf û bê îşim
’umrî min be zay’ çû gewre bûm be nadanî
řûm nebû le seqzida ser le sîne berzokem
ba be milkizî milnêyn çone ta suleymanî
wa le yadme fermûye qewlî ḧafzî şîrazPen name
wiqit ra ẍinîmit dan anqidir ke bitwanîPersian
çî bikem nebû wextim her geřîde bû bextim
dek leřim nekey yařeb bimkujî be asanî
zor ze’îf û bê tînim şahî neqşibend hawar
wa penam be to hawird besye ẍewsî geylanî
qet nełê be nafî’Pen name kes bo řya kenarey girt
kwa kesêkî zîrek ta xom bikem be qurbanî!