paşa emîrekem

(bo deheştî xałozay)
From the Book:
Gird û Ko
By:
Nafe Mazhar (1913-1998)
 2 minutes  773 views
çi biłêm ke wesfî to le hemû çiştê çatre
lezzetdere be řoḧ û sefabexşî xatre
yadî bexêr ḧezretî paşa emîrekem
çûnka hemîşe wa le diła yadî ḧazre
şîrîn û çewr û safe zimanim le wesfî to
des řêke, xoşe xetim û kaẍez mu’ettere
nek wa dirêj û dûr ke biłên gewc û eḧmeqe
nek kurt û fîtne her wekû xom seyr û mesxere
wa çake mu’tedêl be fesaḧet be giftugo
wek bulbulêkî xoş qise des kem be ḧencere
bêjim du’ay dewłet û îqbał û ’umirtan
gerçî zibanî min leber em metḧe qasîre
yařebbî ta heye le diła xoşî û xefet
yařebbî ta diłî diłsafan zakêre
mesrûr bin be ’eyş û leher ẍusse dûr bin
dił awedanî zêkirî xudayê ke qadre
yařebbî ta ’îbadet û destî kerem heye
yařebbî ta ke xel’etî şahan muqeřřeře
saḧîb ’îbadet û keremî ehlî ’êşq bin
pêtan bida xeł’etî teqwa û meẍfêre
yařebbî ta ke nawî debê ’umir û ’êziz û feř
yařebbî ta qeza û qeder muqeddere
ḧezret dewamî ḧezretî şêxî ebit bida
ew şexse wa be nûrî tecella munewere
’umrî bibêt û ’êzzet û feřiř û şikoh û yed
dûr bêt le her qeza û bełayê ke wa şeřh
’erzî siłam û bendegî û řoḧ fîdakerîm
bo zatî pakî eqdesî e’layî ew bere
ew gerçî ẍafłe le minî pare cerg û dił
em nokerî kesêke ke lew tekye nokere
bedbextî wa ebê ke le lafawî lutfî ew
yek qetre napjêt le qelbim ke agire
îtir ziban û dem debesim her be dił du’ay
’umrî dekem ke darî semerdar û sêbere
boyê qisem le xizmetî xoya nekird beyan
zanîm cesarete bexwa em berabere
beynê arezûm bû ke em ’erze pêt biga
bîstim ke ḧezretit çuwe bo dêy serdere
wextê xeber dira ke bexêr hatûytewe
xulyamewe le xoşî mîslî firfire
nûsîm eme be meḧzî tezekkur le xizmetit
nek xo leber ewey ke biłên ehlî cewhere
nafî’Pen name be îştyaqî to em zorbiłêyey kird
zor serbiłînde çûnke legeł to mu’asêre!