sikała 2

From the Book:
Gird û Ko
By:
Nafe Mazhar (1913-1998)
 1 minutes  746 views
nebzî min bigre tebîba çîye ḧałim emřo?
’aczim, nařeḧetim çak denałim emřo?
des meden behrî xuda xełke le derd û hêşim
memdiwênin be qise ẍeřqî xeyałim emřo
tał û tarîkî debînim çîye dunya waye
ya minim tałim ełêy zîndebeçałim emřo
pałewanî xefet û dêwî sipî hate mesaf
zîndûm min ’eceba, řosemî załim emřo
bûlbûlê bûm emin û gîrî qefes bûm nafî’Pen name
şahbazêk ke qirta peřubałim emřo