beharî zerd

bo leyla qasim
From the Book:
Bargey Yaran
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 1 minutes  1559 views
hemîşe derd debînim derd debînim
diroy dujmin, dehoy namerd debînim
meger zerdayî naken çawekanim
ke řengî newbeharî zerd debînim
***
besozey ba ke sikłî dił geşawe
derûn piř soz û firmêskim xunawe
ledûy leyla be waweylaw û şîwen
deřom û polî şîngêřim bedwawe
***
bizey hatê gutî: řûnake asom
were cellad petit bawêje estom
ewe pet nîye mêdałî îftîxare
ke bûme qaremanî mîlletî xom
***
ewey bîst şa’îr û girya bezarî
egerçî bestirabû lêw û zarî
gutî: leyla hemîşe payedarî
le jêr xaka lepêş çawan dyarî
***
ke to toray le çawan wek xewî min
le biskit řeştire mangeşewî min
biřo mecnun beleylay xot menaze
ke nawbangî pitir řoyî ewî min