beharî zerd
bo leyla qasim
Li pirtûka:
Bargey Yaran
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
1 Xulek
2175 Dîtin
hemîşe derd debînim derd debînim
diroy dujmin, dehoy namerd debînim
meger zerdayî naken çawekanim
ke řengî newbeharî zerd debînim
***
be sozey ba ke sikłî dił geşawe
derûn piřsoz û firmêskim xunawe
ledûy leyla be waweylaw û şîwen
deřom û polî şîngêřim be dwawe
***
bizey hatê gutî: řûnake asom
were cellad petit bawêje estom
ewe pet nîye mêdałî îftîxare
ke bûme qaremanî mîlletî xom
***
ewey bîst şa’îr û girya be zarî
egerçî bestirabû lêw û zarî
gutî: leyla hemîşe payedarî
le jêr xaka le pêş çawan dyarî
***
ke to toray le çawan wek xewî min
le biskit řeştire mangeşewî min
biřo mecnun be leylay xot menaze
ke nawbangî pitir řoyî ewî min