zîndebeçał

From the Book:
Bargey Yaran
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 2 minutes  1409 views
piř nebê camî betałim ta key?
neşekê bałî xeyałim ta key?
hawser û destemlanî janim
gyanekem! nayewe bałim ta key?
şew le tarîkî û bêdengîda
řojekem! bo to binałim ta key?
her le yadî serî biskit dabim
gyane! aşufte bê, ḧałim ta key?
her minetbarî şerab û mey bim
ḧesretî çawî kejałim ta key?
her le maçî demeket bê beş bim?
lêwî wişk û demî tałim ta key?
hewesî gestinî kułmem ta çend?
arezûy miştinî xałim ta key?
şîne mîwanî şewanî dûrîm
şadî, řû nakeye małim ta key?
min le dûřengî bedił bêzarim
řengî zerd, dîdeyî ałim ta key?
min weku hengê hełałem miştûn
jînî nêw gend û hełałim ta key?
min beşêlanî çemen řahatim
hatuçoy nêw diř û dałim ta key?
bo serînçawe û kanyawî řûn
hełwerê eşkî zułałim ta key?
min heło bûm û çya hêlanem
jêr çepokî qel û dałim ta key?
qefezî dijminî bedxûdî diłřeq
hełwerênê peř û bałim ta key?
sere nêzey sitem û zordarî
bincinê sîngî metałim ta key?
gurgî bêdadî le gyanim berbû
êşî cê gaz û qepałim ta key?
min peleqaje û hawarê nekem
ew biłê załim û załim ta key?
kutkî bêdadî her bikutê kase serim
kar neka dest û zuxałim ta key?
ew ke zarî řiqî derkêşawe
min ziman beste û lałim ta key?
poşte û têr û piř û xoş leweře
birsî û řût û řecałim ta key?
tem û mij, benden û deştî girtim
hełneka sirwe şemałim ta key?
bes nebê desbeserî û derbederî
neçmewe nêw kuř û kałim ta key?
baxewananî cîhan pêm nałên
bo werî mîweyî kałim ta key?
mang û mêrîxî depêwê însan
minî kurd, zînde beçałim ta key?
çaweřêy tîşkî hetawî hîwam
neřewê hewr û gewałim ta key?