xozge mumkîn ba le xełwetda min û to dû be dû

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  804 views
xozge mumkîn ba le xełwetda min û to dû be dû
xane xałî bê le ẍeyr û dabnîşîn řû be řû
şerḧî eyamî cudayî widerdî xom bo to bikem
her le řojêka ke lêt aware bûm mû be mû
zułfî muşkînit perêşan ke beser şan û milit
wek ḧikayatî perêşanim bwestê mû be mû
çareyî derdim be enfasî mesîḧ qet nakirê
min şîfam naye meger îmşew le destî to be to
derdî ’eşqe hênde te’sîrî le gyanim kirduwe
we’deyî fewtanme çarem nekey ger zû be zû
min le nezzarey nîgahit to le xwênî cergî min
ta bixoyn lem badeye bo ’eyşî tenha dû be dû
herweku bilbil le gułşen xadîmPen name îmşew neẍme go
nałeyî can sozî eřwa kû be kû sû besû