weswesey nefsim ezanim bo le dił her derneçû

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  757 views
weswesey nefsim ezanim bo le dił her derneçû
řêy fuẍanî bestuwe hawarî bo dulber neçû
zor telaşim bû ke derkem ḧubbî dunyame le dił
dił le dunya derçû dunya her le diłma derneçû
bo cîhadî nefis le sed kes yek be nadir der’eçê
ẍeyrî şêrî ḧeq kesê bo qel’eyî xeyyer neçû
her umêdim ’eşqe qet’î řêgeyî meqsed bikat
tusenî hîmet le řêga mayewe yek ser neçû
şahî bextim mate êstake be dest xunkarî çerx
moreyî nerdim le xaney şişorî şeş der derneçû
yar be nobet řêgeyî wesłî eda bo ’aşîqan
can le qalb derçû nawim her le defter derneçû
mestî wakirdim nîgahî qet be xuna’îmewe
saqî mey pê dam welî destim le bo saẍîr neçû
lezzetî dîdarî ew terkî te’elluq bû le dił
dił le paş em cennete bo cennet wikewser neçû
fikirî pûçî nefse xadîmPen name bo cîhan tûlî emel
emser û ewser ḧîsabî kird serû ber derneçû