neqşê exeyte berdem perdeş exeyte berçaw

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  595 views
neqşê exeyte berdem perdeş exeyte berçaw
şorê exeyte ’alem xot wun ekey lenakaw
esrarî ’eşq wimestî penhan le perdeyî guł
hawarî ’eşqe bilbil pabend buwe bebê daw
dênin nîşanî her yek ’alem le ḧusnî řûy to
heryek be fikir û ’eqłî neqşê eken leser aw
ger perde labdey to řojê leser cemałit
bem fikir û ’eqłe ’alem řîswa ebêt wibednaw
îdrak û fehmî herkes çîtê dega le zatit?
bê řeng û bê nîşanî herga ke dêy berçaw
bê ḧerf wibê sedaye her guftugow kelamit
bo gwêy diłî minewwer peyda ebê le nakaw
bê derkî derke xadîmPen name lem kargahî ’eşqe
bê çawî çawî řewşen bê nawî xawnî naw