ke çawim kewt be ẍemzey çawî cadû

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  710 views
ke çawim kewt be ẍemzey çawî cadû
řimûzî danîş wi’îlmim le des çû
be ’îlim widanîşim wazî nehêna
dił û dînim be dunbałî ewa çû
bitî bitxane kewtine secde birdin
bitî ře’nay min ger hate ber řû
mujet enguşt numa bû mangî new bû
be řojû bûm ke çawim kewt be ebru
le ’îlmî goşe gîrî meşq eka dił
le goşey lêwî to wek xałî hîndu
’îlacî derdî dił qet nabê xadîmPen name
be eflatûn û suqrat û eristû