le neş’ey badey yadit piře meẍzî serim îmşew

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 2 minutes  645 views
le neş’ey badey yadit piře meẍzî serim îmşew
le mewcî fikirî to awî řewane peykerim îmşew
weku wiperwane perwazim be dewrî şem’î cîlwet bû
نیگاە eřjê be damanit le bał û hem peřim îmşew
le xewma xendey ẍunçey dehanî to ke dî çawim
buwe mewcî tebessum tarupurî bestirim îmşew
le nezzarey nîgahî hênde sûtawim be şewq îmřo
nîgahî germe edrewşê le naw xaksiterm îmşew
le ẍefłet da tehî bû perdeyî gwêm û be gwêmadê
le řêgey dûrewe awazî pay dulberim îmşew
nîgahim ney bû aramî ye řûyî lale û hem guł
le ḧesret řengî bê řengî be řengêkî tirim îmşew
be mestî hem cuda nabê le min bextî syahî min
ebête talî’î ber geşte xettî saẍîrim îmşew
le nezzarey řuxî ’efûm seraser her yekî çawî
řuwa mujganî xwênbarim le cêgey mûy serim îmşew
nema lem řêgeye her ’îlim wi’îrfanî le sînem da
be awî ’eşq şorawe kîtab û defterm îmşew
ewende nûrî nezer xadîmPen name be ser yek kewtewe îmro
nîgah alûdey eşke le dû çawî teřim îmşew