çe sozêke le xełwet da kewa bûm dû çawî îmşew

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 2 minutes  634 views
çe sozêke le xełwetda kewa bûm duçar îmşew
xeyałî cîlweyî kê bû le aẍûş û kenar îmşew?
meyî saqî neyî mutrîb nîgahî şahîdî diłkeş
derî hêna le qelbî ẍem le sed lawe demar îmşew
le xoşî mahtab em deşt û seḧraye ke eybînî
ełê pembey serî mînaye kewtûte fişar îmşew
le îstîqbal û mazî tome pirse ḧał temaşake
qedeḧ lebřêze lem bezme bebê řencî xumar îmşew
le bezmî wesił fikirî cennet wiḧûrit le dił derke
le kwê xewtûyî ey ẍafił le aẍoşaye yar îmşew?
eger qesrî cînan û kewseru ḧûrim hemû pê den
hemûy efsaneye lay min ke hîç nabe bekar îmşew
çe lutfê bû le tarîkî zemanî hîcrî ew şoxe
çiray wesłî řuxî lem xełwete bû aşkar îmşew
eger lem ḧałeda bimirim leser qebirim temaşa ken
enûsim şerḧî em bezme leser lewḧî mezar îmşew
demê bû çawenorî firsetî em ’eyşe bû çawim
řeḧet bû bê qerarî çawekanî întîzar îmşew
denûsê xwênî min neqşî «ٲناالحق»Arabic wa le ser erza
eger bê bimkujin lem kateya bimken bedar îmşew
eger bimirim le xoşyana te’ecub qet meke xadîmPen name
be xettî xoy enûsê řuxsetî nezzare yar îşmew