herasanin hemû ’alem le nałem yek be yek îmşew

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  649 views
herasanin hemû ’alem le nałem yek be yek îmşew
le giryey ře’d asa keř ebê gwêçkey felek îmşew
fuẍan û dûkełî ahim be tundî bo hewa řoyî
le ḧewtem asman egrîn be ḧałî min melek îmşew
ciger birja le sînemda kebab asa be narî ’eşq
le şorî eşkî xwênbarim muheyya bû nimek îmşew
sebeb bo coşşî awî suruşkim agirî cergim
epałêwê le herdû çawekanim merdûmek îmşew
le botey sîdiq û îxlasa le ’eşqa tecrubey dił ke
’eyarî zeřî xalîs derdeçê bîkey meḧek îmşew
le ḧałî zarî bê ḧałim gewahî ḧałmin ’alem
be giryanin le giryanim le naw derya semek îmşew
eger çî ’eşqî leyla zor be te’sîre le bo mecnûn
legeł te’sîrî sozî xadîmitPen name nabin be yek îmşew