le badey ’eşqya xummarî kirdim

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  469 views
le badey ’eşqya xummarî kirdim
le şênî têpeřîm û harî kirdim
le xizim û qewmî xom bêgane bûm
esîrî te’ney eẍyarî kirdim
le şara mesxerey tîflan û bednaw
be řîswayî serî bazarî kirdim
le seḧray cinûnda meskenim girt
ke bê cêge û mekanî şarî kirdim
ewendey tûl be hîcranî eda lêm
le’eyş û ’umrî xom bêzarî kirdim
be zincîrî serî zułfî guriftar
esîrî ḧelqey keffarî kirdim
be qetilim we’dey da ẍemzey be çawî
nîga û meẍdûrî destî ẍeddarî kirdim
be ’îşwey çawî bîmarî bû îmřo
perêşan sûret û bîmarî kirdim
lemewcî badey neş’ey nîgahî
bemestî ta ebed xummarî kirdim
be bednawî nîşan û nawî damê
be bêhuşî demê hoşyarî kirdim
ḧeya damanî hełmałî le ’eşqa
le kûçebê serudestarî kirdim
be ḧelqey tuřřey gêsûy nazî
dû çawî řiştey zennarî kirdim
teme’ bo gencî řuxsarî bû xadîmPen name
ke tûşî zułfî wek reşmarî kirdim