ẍemî dûrî nîgarim bû kewa xaney xerab kirdim

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  611 views
ẍemî dûrî nîgarim bû kewa xaney xerab kirdim
le dił sebir û qerar û hem le tenda taqetî birdim
gelêkim pendî diłda xot biparêze le meh řûyan
keçî xaney xerabî dił ke tûşî mîḧnetî kirdim
suruşkim tercemanî me’nayî esrarî ’eşqim bû
newesta ta weku řîswa le beynî ’alemî kirdim
zemanê ḧafîzî siřî nîhanî bûm le şorî ’eşq
xudaya abrûy eşkim berî wek abrûy birdim
mezarim lalezarêke le daẍî cergî sûtadim
guzerkey ger beser xakim ebînî to eger mirdim
emanet barî ser şanim le mîsaqî ezelda bû
le bo ’ehdî dirust û hem teḧemûl herweku pirdim
le tengî nuqtey mewhûmî zarit bû ke nemzanî
nemawe wîs’etê lem tengîye bo qafîyey ferdim
le ewsafî cemałî to dirişt û lenge teşbîhim
egerçî wek ebî werdî le teşbîhatewe wirdim
be tazî pêy witim dulber :ٲya fasbir’ilî albilwîArabic
gutim qurban be kurdî pêm biłê min xadîmî kurdim