lexabî ẍefłeta hełse demê ey bextî bêdarim

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  537 views
lexabî ẍefłeta hełse demê ey bextî bêdarim
bizane min le ’eşqî řûyî ew şoxe çîye karim
leber şîn û girînî şew le nałey her seḧer gahim
le dûrî řûy canane kewa lem ’umre bêzarim
diłim xałî xeyałî xałî lêwî qet nebê satê
be dewrî şem’î řuxsarî weku perwaneye karim
teme’ bo daneyî xałî lebî le’lî bû nemzanî
kewa êsta beqeydî sîlsîley tuřře guriftarim
be řojî we’de diłşadim be her awazî payî bû
ełêm êstake mî’ade le derda dêtewe yarim
le gułşen şem’ û guł perwane û bilbil hemû cem’in
be bê to min le naw em cem’eda xamoş wiẍembarim
îşarey qetlî kird ẍemzey be îmabû sefî mujgan
be tîrî nawkî êsta le sed cêga birîndarim