diłim lem bezmeda coşî guł û muł

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 2 minutes  728 views
diłim lem bezmeda coşî guł û muł
mey eřja lêy weku mîna be qilqil
lecoşî şewq siřbû bêxudî naz
demaẍî mestî bezmî saẍrî řaz
hemû gułzare emma kwanê řengî?
hemû zexme welî kwanê xedengî?
diłe lem daẍe ateşxaneyeke
le beyanî nefis dêwaneyeke
ke lem ayîne şewqî kewte perwaz
hemû îmsal ebête sûretî řaz
lecêgayî nesîm řengê bikêşê
leperde řengî sed gułzar ekêşê
leḧed derçû qedeḧ peymanî ḧîret
tełebkarî çuwe mecnûn le ẍîret
beser çû muddetî ẍefłet zemanî
be derkewt řoj le cêgawu mekanî
le beyta bê tełeb damin fişan bû
le ber bê taqetî fikirîş ’eyan bû
le meḧwî toye coşî newbeharî
le sûtanî cigerte lalezarî
zelîlî û xaksarî řêye wîsałî
diłe perwane bo şem’î cemałî
řûy řêgey nîye bo miłkî weḧdet
tûy bêganeye bo řêy miḧebbet
leher meḧfel ke şorî ḧusnî cem’e
le pê kewtin mîsalî eşkî şem’e
eger çawit le dû ’alem bipoşî
şeřabî destî saqî zû enoşî
teleb bê kare lem kare hebaye
nefis bo dił weku xarê wehaye
be se’î û cehdî xot nageyte menził
welî etba be řêge coşşî dił
be cehdî toye em řêgaye tarîk
be terkî xûye em řêgaye nêzîk
eger sed sał le ḧesret dabmênî
be terkî xot wîsałî ew ebînî
hemû kewn û mekan ḧeyranî zewqit
hemû cêge û zeman şayanî şewqit
çe ẍewlê bû kewa toy bir be řêga
çe kwêrî bû kewa toy xiste nawça
çe tofanî semûmî bû le baẍet
çe damanî bû aşûbî çiraẍit
îtir em řêge bigre lamede lêy
le em damane dest qet ber mede lêy