beyanî efkarî derûnî le xełwetî û tenhayîda

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 3 minutes  738 views
le xełwetxaney bezmî nîhanî
şewê danîştibûm bê hawzubanî
le coşî bezmî şewqî mestî aheng
ney û mutrîb û saqî bû bê řeng
tesewur tanîgahî tîj bû lewla
teḧeyîwir saẍrî piř mey ehêna
be ’îşqî gut eto ey metle’î řaz
muḧîtî muẍennî encam û aẍaz
ezel meste le sehbayî xiroşt
ebed afaqî poşîwe le coşt
çîye em coşî mewcî beḧrî îmkan
çe řengêke eda cîlwey gułistan
temaşa arezûy gułzarî kêye
ẍubar aramî bo řêgay kêye
diłim bê tabî çawî mestî kêye
weku besmelArabic kujawî destî kêye
ciger daẍî xeraşî nazî kêye
cîhan seydî kemendî řazî kêye
temenna sozî sewday nazî kêye
teleb ser geşteyî řêy bazî kêye
نیگاە eřwanî şêtane be herla
le perwaza peřu û balê esûta
nefes fîkirî ser’encamî nemawe
le aẍazaye aramî nemawe
cîhan yekser be hawar û xiroşe
ciger bem agire herwa le coşe
çe leylêke ’alem buwete mecnûn
çe ẍewẍayeke girtî řub’î meskûn
le perdey ẍeybewe hem ’alemî řaz
be gwêy maddî le siřřî ḧusnî awaz
dû ’alem ayîney dîdarî nazî
teḧeyîwir perdey esrarî řazî
welî em siřře bo kes nebuwe me’lûm
beẍeyrez ’eşqî kes nazanî mefhûm
wehaye îtîfaqî çawu hem dił
nîye yek dem le ḧusna ’îşqî ẍafił
hemû ’umirim legeł em fîkire bû serf
ke bełkî tê bigem lem derse yek ḧerf
ne řêgayê le jêr em perde řoşin
ne cêgayê le gułşen guł bedamin
eger gułzare kwa řengî gułanê?
eger nûre birîqey şem’î kwanê?
eger me’naye boçî zîhin û hem dił?
nebûn ḧalî ewend kirdyan te’emmul
eger sûret bû bo nayete berçaw
eger lefze zuban gîra le nakaw
le kam xełwet bû řêga bo wîsalî?
çe ayîne eda ’eksî cemalî?
le řêgem dabnê nûrî çiraẍî
be custuco le metłeb kem soraẍî
zemanê řêgem gum bû munqezî bû
teẍaful bû hîdayet muqtezî bû
gutim ey coşî meyxaney ḧeqîqet
cemałit şem’î řêgay terîqet
nyazit şewqî diłmî kirde tofan
be nazit wa le coşe şorî îmkan
qedem zamdarû řêga piř lenêşe
xeyałêkit le esrara le pêşe
te’elluq taku êsta dewrî dawî
çe sûret bû kewa kewtûye dawî
necatit ta nebê lem dawî ewham
çe îmkane legeł em ḧusne aram
mekanî nazî ḧusnî bê mekane
nîşanî řazî şewqî bê nîşane
soraẍî ew le mułkî bênewayî
wîsalîşî legeł ’alem cudayî
le hestî têpeřîne bo wîsałî
le nuqsanî wikemî toye kemałî
muḧîtî mestî camî peykerane
řemî mewcî kemendî bê nîşane
le sîḧir amêzî ’îşqî fisûn saz
ke bêtabî le bo dił buwete perwaz