wesfî ’eşq leser weznî mesnewî

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 2 minutes  818 views
şerarî agirêke xameyî ’eşq
be xwênî dił enûsrê nameyî ’eşq
çe lefzêke lewa penhane sed zewq
çe me’naye seraser agirî şewq
were ey dił be dîqqet be le me’na
bixiwêne nuqtey dersî temenna
çe feyzêke kewa lem nuqteyî xak
buwe defter le şerḧî ew no eflak
çe řemzêke kewa setre mewhûm
dû ’alem dîqetî me’naye merqûm
le herkiwê meḧselî leylî lewêye
leher kwê lefzî dił me’na lewêye
mebe ẍafił eto lem mişte xake
diłe dił cîlweyekî nûrî pake
le meşqî îstyar ger behre bînî
le yek ẍunçe hezar gułşen eçênê
eger awêney dił bê ẍubar bê
ebê cêgey pinahî nazî yar bê
be şewqî zorû muddey kem le řûy yar
ke dersî ’eşq nîye muḧtacî tîkirar
te’emmul ke le eḧwałî derûnî
mezane to le diłda zor zebûnî
nefis dêt û deçê ta muhletêke
muje ta cunbuşî bê firsetêke
le muhletda ẍenîmet weqfî zewqe
le fursetda temaşa muftî şewqe
tełeb şerte le bo teḧsîlî meqsûd
firûẍî şu’le mumkîn nabê bê dud
guşade qiflî dił me’lûme çone
be mîftaḧî lexot ẍafil nebûne
debustanî ke şahî me’neyî dił
le dersî ’îşq agahî bû ḧasił
werî girt dersî şewq ahengî ’eşq
şunasa bû xetî bê řengî ’eşq
le îskan çawî xoy poşî be yekdem
tebeřa bû le neqşî herdû ’alem
le qeydî lefiz û ḧerfî dił řeha bû
bebê ḧerfê le me’na aşna bû
be ẍeyrî ’eşq demsazî nebû kes
be ẍeyrî dił hem awazî nebû kes
le îstîẍnayî ’îşqî secdey te’lîm
be çawî beste bo yek nusxe teslîm
le cêgayê ke ḧusin wi’îşq bûn cem’
nebû qet meḧfelî îzhar bê şem’
le herçî ḧusin û řengî cîlwe bestê
ebê lem cêgeye tofan hełsitê
miḧebbet ger bika temhîdî îrşad
le sîngî neqşî şîrîn karî ferhad
le dił şewqî teleb her ga buwe xûn
ekêşê neqşî leyla û mecnûn