guł le yek qetrey towe têr ab

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  641 views
guł le yek qetrey towe têr ab
herdû ’alem ke piřbuwe le gułab
weku to qet nebû le řûy zewî
nebû hergîz le’alemî esbab
sebebî çakebûy le dû ’alem
to le layen «misbib alasbabArabic»
şewnimî kuştey dû lêwî tom
merḧeba aftabî ’alemtab
ey le e’cazî to be musmî guł
buwete gułdeste destey eḧbab
kesbî nûrit le nûrî mewlaye
çawî estîre bo tuwe piř ab
ḧerfî sewday ’aşiqanî to
key deguncê le defter û le kîtab
nîsbetî ’aşîqan bezatî to
wekû guł ’etrubonî be gułab
dewrî ḧedîs û zemanî qîdem
her dû lem beḧrî nûre wek girdab
diłî ehlî nezer le cîlwey to
her wekû mang û piřtewî mehtab
weku mûsa nebû leto bibye
«lin tiranîArabic» le dostewe be xîtab
xadîmî astanî ’alî tom
lutfî tom kafîye le řojî ḧîsab