qesîdey tenzî xelqî beşer û çûne fena û zîndûbûnewe dûbare

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 4 minutes  765 views
subḧane ew xudaye le erz û le asman
dênête řûy wicûd le ’edemda gełê nîşan
sê karewan be emrî ewa hatuço eken
her leḧze dên û deçin ew be emrî kin fikanArabic
eweł ke qafłey řoḧî xelqe dête pêş
zahîr eka bewasîtey umehat ewan
têkeł eka be xakî beşer cewherî melek
beynê bexwênî řeḧme ẍezîy jyanyan
duwemîne karewanê ke eyxate ser zewî
xoy pê ’eta eka hemû esbabî bo jyan
ẍafił le esłî xoy ke ẍezay ew buwe lenûr
qatî’ ebê be ẍezayî beşer le aw û nan
terkîb eka le tînetî em xełqe dû sîfet
eweł sîfatî xasî melayk le’asman
duwemîn sîfatî pîsî behaym le şehweta
bem dû sîfate dêtewe meydanî îmtîḧan
xwî melek hemîşe eka meylî bendegî
xwî behemîşe ke tuẍyan eda nîşan
bo berz û nizmîye ke cîlweyan exate dest
muxtarî îmtîḧane be herla ebê řewan
kemtir ebê lexug û seg û her diřindeyî
ger espî xoy lexoyî behaym bika dewran
îxlas û sîdiq û bendegî bo xoy bika bexû
têper eka le řutbey emlakî asman
ger têpeřî le miłkî melayek be bendegî
cîlwey cemałî ’îşqî lelayê eda nîşan
çendipaye paye berzî eka ta yiḧbihimArabic
ta pirtewî cemałî yiḧbuneArabic ’eyan
têkeł ebê zeřřey ew bende aftab
em zeřřey meḧû ebêtewe lem řojeda nîhan
’aşîq ebête fanî û me’şûq baqîye
gencêkî zor xefî le wicûdî beşer ’eyan
em zeřřey miḧeqqeřře çebłêt o’eger nełê
ne’rey ena aliḧqArabic le sêberî darû hem zuban
em mergî axre ke ḧeyatî ebed ledûy
de’wet ebê be maydey erci’î fiłan
çend xoşe nesîmî sebay beharîye
zîndû ekatewe guł û nesrîn û erẍewan
bem ’îşwey nesîmewe em xake mirdude
sewzî epoşî legeł bi’dimuthaArabic ’eyan
baẍî dirext û lale û serû semen hemû
em qabîzî xezane kepar gerdinî nîhan
bem bon û bayewe le ’edem dênyewe wicûd
bem ’îşweye ke neş’ey behemuwan eda nîşan
em cîlwe kar û bare be yek emre dête pêş
satê kemeylî lê bû be emrêkî[kin fikan]
key nûkî xame taqetî tenzye ew eka
teqdîs û şukirî ew çe bika quř beser zuban
bê hoşe hoşe kesê tê biga kemî
bê goşî goşebîstinî esrarî wa nîhan
em qîl wiqale manî’î em beḧseyewelî
mewzû’î guftugoye kelamêkîbê zuban
teqrîrî çî bidem çe biłêm min le zatî ew
teḧrîrî çî bikem ke hemû layekim xetan
’îcze kemałî qudretî fehmim lezatî ew
zîllet le baregahî eda ’îzzetî nîşan
serdarî enbyaye eḧmed û hem tacî ewlya
gwê bigre çî efermiwî kelamê le ser zuban
awazî)ma’irf) ke be dehşet gutûyetî
êstaş le gwê melayke daye le asman
min kemtirîn ẍułamî hemû ummetî ewum
çon quř beser bikem leẍem û çî bikem beyan
takey le şar’î edeba derbiçim demê
çunkî edeb xemoşîye tesrîḧe bo beyan
nesrewtinim bedemî derdî ’îşqewe şewan
baranî xwên leçawim wiseḧer gehan
xadîmPen name xecałete le hemû kirdewey bedî
bîbexşe yaxuda tobe sułtanî îns û can