řaberî dinya û dînim kake ’usmanî ’ela

From the Book:
Dîwanî Şakelî
By:
Sheikh Ehmed Shakeli (1905-1980)
 1 minutes  759 views
řaberî dinya û dînim kake ’usmanî ’elaPerson
çîm le dûrî dûřoye, ger toy le sîney şakela
şakelîPen name şade be ḧałit şahî ême toy ewê
bo ewe wa řû le toye komełî sofî û mela
komełî sofî û mela muştaqî deştî şêwetin
bo tewafî ke’beyî ebroyî ew bûn mubtela
mubtela hîç kes nebê wek min be dawî teb’ewe
wek beła ała be pêma, pême zincîrî beła
pême zincîr û esîrî arezû û nefis û hewa
ta hewa mabê le serma wam le hewr û dûkeła
dûkełî curim û qesawet laşemî wa daweşan
nûrî ta’atî nehêştim bom nema cîlwe û cela
bê celaye, piř bełaye çunke bê seqfe û sitûn
tya bimênêto ebînê zîllet û zułim û beła
la bela be şakelîPen name lem sînemada, sî nema
sînema ger sînema, çî mayewe, mawo nema