çend serincêk

From the Book:
Dîwanî Şakelî
By:
جەمال محەممەد
 4 minutes  745 views

ḧezim ekird lêkołîneweyekî dûrûdrêj derbarey em dîwane bixeme řû we hemû layenekanî şî bikemewe û barî serincî xom û hełwêstî mewzû’yaney bê layen bixeme berdestitan. beher ḧał dîrasekirdinî dîwanêk maweyekî zorî ewê minîş nem’ewîst ke piřojeke dwa bikewê we dyare eger dîrasem bikirdaye le çapdanî dîwaneke dwa ekewt, beherḧał wa hendê serincî xom exeme řû: şakelî yekêke lew şa’îraney ke be asanî cêgay xoy le naw şa’îrekanda kirduwetewe, we eger bêtu tozê peywendî xoy legeł berhemî em serdemeda behêztirkat berhemî behêztir û behêztirman exate berdest, ewey şayenî base ke şakelî lew babetaney xoy pêwe xerîk kirduwe, tyaya serkewtuwe, we belay minewe zorbey şî’rekanî hîçî le piley şa’îrekanî tir kemtir nye, xo eger, bêtu berawirdêk bikeyn le nêwan berhemekey û berhemî şa’îrêkî tirda be aşkira ememan bo řûn ebêtewe le heman katda twanîwêtî mebest bipêkê we le zor şî’rîşda eger çî le řûy zimanewe dirêẍî nekirduwe le bekarhênanî wişey bêgane, be taybet wişey ’erebî û farsî, ke emeş be hoy kartêkirdinî edebî kon û bîrû baweřî îslam û felsefey sofîzmeke buwe, bełam le zor şwênîş heqî bo kirdûynewew wişey kurdî petî zor bekar hênawe.

be taybet le basî siruştida, bo wêne le basî şakkel û şîrwaneda ełê:

beharan û êware deştî sîrwan
bibarê car be carê tawê baran
beser bergî guł û çił da biçorê
cilî sermay zistanî bigořê
cirewey mel leser bergî goł û gya
fwarey awî řûnakî çem û çya
be coşêkî bekuł dênin be bîra
sefa dênê be çawî mêrde pîra

yan le şî’rêke tira ełêt:

çi bikem nema kesê ke derim ka le nakesê
ta maç xakî berî pêy bikem le cê desî

bełam wek çon le pêşewe witim wişey bêganeşî zor bekar hênawe ba lem beyte wird bênewe:

menbe’î ḧusin û cemał tensîm tenan
hemû zîba senemê badekeş û noş lebe

belay minewe bekarhênanî wişey bêgane nabê be xewş eger bêt û westayane bekar bihênrê û hemû berhemekeş lew babete nebê, çunke herçî şa’îrêkî kilasîkî bigrîn neytiwanîwe xoy lem dyardeye řizgar bika. şitêkî tir ke cêy serince eweye ke eḧmed le hendê şê’ra wişeyekî çend car dûbare kirdûtewe û her yekeşî watayekî taybetî ebexşê bê ewey hîç le qîmet û şîwey şî’rekey kem kirdibêtewe ya naşîrînî kirdibê:

lerzîn le tirsî«serma» tirsî nema le«serma»
birkî edem le berma, bergî giranî «serma»
be tîşkî tawdarî hetawî mangî newroz
şika şikuhî «serma» bê dest û paw û «serma»

şakelî û şî’rî munasebet:

munasebet řołêkî gewre ebînêt le jyanî hemû şa’îrêkda ca ew munasebete xoş bê ya naxoş, tał bê ya şîrîn hîç le meseleke nagořê, derdî dûrî le xoşewîst û karesatekanî jyan û koç kirdin û gîrugiriftî derûnî... tad. hemûyan kereseyekî řesenin bo ewey şa’îr nûkî xamey bixate karu kanyawî şî’rî biteqê em dîwane zorî lem babete tyaye:

«koçî dwayî enwerî cwanemerg, xinkandinî nesrîn le awî ḧewzda, koçî dwayî şêx silêman, derdî dûrî le şakel geşt kirdin bo byarew geřanewe be dił şikawî, nexoşî û bêtaqetî û derdî pîrî.... tad...»

kewate şakelîş wekû zorbey şa’îrekanman em dyardeye be aşkira karî tê kirduwe. le kotayîda hîwadarim ke twanîbêtim kelênêkim le kitêbxaney kurdîda piř kirdibêtewe û dîwanekey şakelîş biřwate pał dîwanî şa’îrekanî tirman.