řaberî dinya û dînim kake ’usmanî ’ela

Li pirtûka:
Dîwanî Şakelî
Berhema:
Şêx Ehmed Şakelî (1905-1980)
 1 Xulek  758 Dîtin
řaberî dinya û dînim kake ’usmanî ’elaKes
çîm le dûrî dûřoye, ger toy le sîney şakela
şakelîNasnava edebî şade be ḧałit şahî ême toy ewê
bo ewe wa řû le toye komełî sofî û mela
komełî sofî û mela muştaqî deştî şêwetin
bo tewafî ke’beyî ebroyî ew bûn mubtela
mubtela hîç kes nebê wek min be dawî teb’ewe
wek beła ała be pêma, pême zincîrî beła
pême zincîr û esîrî arezû û nefis û hewa
ta hewa mabê le serma wam le hewr û dûkeła
dûkełî curim û qesawet laşemî wa daweşan
nûrî ta’atî nehêştim bom nema cîlwe û cela
bê celaye, piř bełaye çunke bê seqfe û sitûn
tya bimênêto ebînê zîllet û zułim û beła
la bela be şakelîNasnava edebî lem sînemada, sî nema
sînema ger sînema, çî mayewe, mawo nema