pêşekîy nasḧî neqşibendî

From the Book:
Dîwanî Şakelî
By:
ناسحی نەقشبەندی
 2 minutes  690 views

be nawî xway gewre û mîhreban

şa’rî benawbangî deştî germyan şêx eḧmedî şakelî le nêwan şa’re kilasîkyekanî kurda şwênêkî berz û giringî heye. hunrawe nîştimanyekanî em şa’re cêy şanazîn. şakelî le xizmetî bawkimda şêx ’usmanî neqşibendî temesukî be terîqey neqşibendî kirdiwe we be tewawî şanî bo erkî giranî tesewf şil kirdibû. xoşewîstî bê endazey cenabî bawkim le diłîda, bû behoy serçawey îlhamî şi’rekanî, ke herwek eybînîn zorbey şi’rekanî bo ewane. biray beřêz mamosta cemal zeḧmetêkî zorî girtibuwe esto bo kokirdinewey honrawekanî bełam bedaxewe dîwanekey hełey çapî zoz we kemukurtî zorî he bû. min ke hatbûm bo xizmetî cenabî bawkim le esemuł fermanyan da bo saẍ kirdinewey dîwanekey şakelî ke biray beřêz kak «xald řifi’it alfiqye» biraderêkî lubnanye û murîdî cenabî bawkime û her çende be zimanî kurdî aşnayetî nîye, be xete cwanekey dîwanekey şakelî nûsyewe. minîş herçend xom lew řadeyeda nazanim bełam leser fermanekey cenabî bawkim we her be yarmetî xoyan erkî saẍ kirdinewey dîwanekem girte esto. hîwam waye twanîbêtim xizmetêkî herçende biçukim be edebekeman we bibête hoy řezamendî xwêneranî azîz.

«nasiḧ»y neqşibendî