pêşekîy cemal miḧemmed

From the Book:
Dîwanî Şakelî
By:
جەمال محەممەد
 3 minutes  658 views

katê nûserêk eyewêt dîwanêk be çapkirawî bixate pêş çawî bîneran ebê be şêweyek bêt ke cêy řezamendyan bê û dûr le na mewzû’î bê. cige leweş ebê be wirdî biçête binc û binawanî berhemekewe û barû sirûştî şa’reke feramoş neka bo ewey bigate seçawey îlhamî şa’îreke. em dyardeye le naw şa’îre kurdekanda be aşkira dyare, çi kilasîkîyekan, çi nwêkan, le heman katda jyanî sofîgerî be giştî le kurdistanda řołêkî gewrey bînîwe le dirûst bûn û pêgeyandinî şa’îran û edîbanda. betaybet ew şa’îraney ke pêwendyan legeł şêxekanî terîqetî neqşibendîda hebuwe, ke mełbendyan le kurdistanî ’êraqda tewêłe wibyare buwe. ewey tozê şarezayî hebê le edebî kilasîkîda şarezayşî le terîqekanda heye. çunke em dû şite zor le yektirewe nizîkin û be bê yektirî nejyawin, be kurtî şêxekanî tewêłe û byare serçaweyekî řûnî em terîqen ke be hoy mewlana xalîdî neqşibendîyewe hatuwete kurdistanî ’êraqewe le paş ewe y çuwe hîndistan û dû sał lay şêx ’ebdułłay dehlewey mayewe we be geřanewey mewlana bo ’êraq terîqetî neqşibendî perey send. le dway mewlana xalîd çend zatêkî nawdar bedway yeka îtir şadyan kirdewe lewane:

1. şêx ’usmanî tewêłe: 1774-1864

2. şêx behadîn: 1791-1872

3. şêx ’umerî byare - زیاالدین: 1839-1900 - naznawî şî’rî fewzî buwe

4. şêx necmedîn: 1862 - 1918

5. şêx ’eladîn: 1854 - 1950

şêx ’usmanî duwem - ke êsta le jyan daye - we danîştûy gundî dûřuwe mebestim le nawbirdinî em zatane eweye şêx eḧmedî şakelî xoy pêwendî be şêx ’eladînî byarew buwe we seretay şê’ir witnî egeřêtewe bo be hêma bûnî peywendî legeł neqşibendîyekanda. her wek çon mewlewî - şêx ’ebduřřeḧîmî tawegozî, serçawey îlhamî şê’rî le şêx ’usmanî tewêłewe buwe, şêx miḧemmedî meḧwî xelîfey şêx behadînî kuřî şêx ’usman buwe, şêx eḧmedî şakelîş yekêke lew sofîye berzaney ser be newekanî em şêxaneye ke sêx ’usmanî byareye.

her weku lem dîwaneda basî çonyetî peydabûnî peywendî şêx eḧmedim kirduwe legeł şêx ’usmanda eweş le salî 1947da buwe le nawçey kifrî û şakel. îtir lew katewe îlhamî şî’rî şêx eḧmed egeřêtewe bo ew. xwêndinewey şî’rekanî em dîwane hemû řastîyek řûn ekatewe. her wek lem dûbeyteda eweman bo řûn ebîtewe:

xisûwis saḧêbî zemînye alkubra:
etem wek ’usman çiray dû sera
perwerdey destî şahî ’usmanim
min yadgarî destî ewanim