pêşekîy şêx ’usman şêx علاالدین neqşibendî

From the Book:
Dîwanî Şakelî
By:
شێخ عوسمان شێخ علاالدین نەقشبەندی
 2 minutes  1028 views

şakelî mirovêkî gewre û nasrawu bû le nawçey germyan le paş wergirtinî terîqe û tesewf, wazî le umuratî dinyayî hêna û zorbey katî le řêy xwanasî û umuratî dînîda birduwete ser. ’irfan û tesewf û her weha ’eşqî be sofyayetî pileyekî girîngî řêgey îlahye ke şa’ir beserî birduwe û be boney em ’eşqewe bwete şa’rêkî nask xeyał be berzî ’irfan. xwalêxoşbû «şêx eḧmed» geyîşte pileyêkî berzî ’irfan û tesewf û meḧbûbî ḧezretî bawkim şêx علاالدین û zor xoşewîstî minîş bû ta řadeyek pilekanî giringî tesewfî biřî bû ke xoy mirdinî xoy pêş bînî kirdibû. çend carêk zor be ’eşq û muḧbetewe daway lê kirdim ke biřom bo dîdenyan, katê ke twanîm biřom bo şakel zor xoşewîstim şêx eḧmed, hat be pîrîmewe destim girt û pêkewe çûyne małewe, le aşkirayîda řeng û řûy baş bû, ke danîştîn řûy têkirdim witî qurban ẍezelêkim witwe û be dengî xom tomarim kirdiwe û damnawe bo řojêkî ke weha îcaze heye gwê bo řagrîn. ẍezeleke bem şê’re dest pê dekat:

gułałey jînî min be bê to taze nabêt
eger çî řojî newroze gułî gułşen epşikêto

û le şê’rêkî key em ẍezeleda ełêt:

weku to murşîdî e’zem terîqey wer’î şer’î bê
le katî mirdin û ḧeşra murîdî xoy edozêto

ke gwêman lem şi’rane řagirtibû seyrim kird şêx eḧmed řengî têk çû lew kateda sifrey nanyan řaxsitibû ke şêx eḧmed wîstî parwêk biba bo demî dîm çawî piř bû le firmêsk le azara, daxî giranim her bew azareda fewtî kird. xom le merasmî bexak sipardinya lewê bum. katî esperde kirdinî serincî řuxsarîm da her wek gułałe sureyek le qebrekeda sûr hełgeřabû we bem cure ew miştane ke xoy be awatewe bû le seremergya be tewawî řûy da. yařebî beřeḧmet bê û řoḧî be cennet şad bê انشاالله

şêx ’usman şêx علاالدین neqşibendî