wiłatêkî xoş naw heşt pîte

From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 1 minutes  584 views
wiłatêkî xoş naw heşt pîte
zanayan dełên yekcar be pîte
yek û şeş û ḧewt û heşt leser yare
ewey bîkřê bo kirasî yare
pênc û dû û şeş legeł ḧewt û heşt
lêy řizgar debîn ke çûyn bo beheşt
pênc û dû, ḧewt û sê be asanî
swar be be kurdî eger bîzanî
pênc û dû û sê sûr sûr dyare
hełî gêřewe le dîn bêzare!
çwar û sê û ḧewt, dûy bixereban
zorî xoş dewê miruv le jyan
çwar û yek şeş, dû û sê giştyan
wekû pizîşke bo daw û derman!
çwar û ḧewt û pênc bo xele û xerman
eger ew nebê nagirim sepan!
şeş û ḧewt û pênc cêgay ser řase
bê xem û derd û pejare û tase!
bîr bikerewe eger bîzanî
diłsozî kurdî le kurdistanî!
wełam: «kurdistan»