şeş pît jimarey dêyekî kone

From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 1 minutes  564 views
şeş pît jimarey dêyekî kone
barîkî nîsk tayekî noke
pênc û dû û şeş sêy bixere ser
ḧez dekey biłêy yûns pêẍember
şeş û dû û çwar bot bêt be şadî
lêy xoştir nîye meger azadî
sê û pênc û dû hem sûr hem zerde
cem’î ew bare takî em ferde!
çwar û dû pêncîş dûcar tewawe
şarêkî konî kurdî be nawe!
meteł hełênî be gořî ḧacî
pêşkeşt dekem hemû bawacî
wełam: «boskîn»