kêwêkî biłind be qed hełgurde

From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 1 minutes  673 views
kêwêkî biłind be qed hełgurde
nîşaney berzîy netewey kurde
le pênc pît pêk dêt nawî bo wêne
cêy newey mîdyay aşûr şikêne
yek dû û çwar bo ew kesane
dij û neyarin lem nîştimane
çwar û dû pênc beşî hejare
pênc û çwar û sê zore lem şare
sê û dû û çwar řengî şeřabe
hełî gêřewe seg û segbabe!
meteł hełênî bejîr û wirdî
qibułî bixo be birincî kurdî
wełam: «kosret»