were bigre be yadî çawî diłber pyałeyî sehba

From the Book:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
By:
Ahmad Mukhtar Jaff (1896-1935)
 1 minutes  2565 views
were bigre be yadî çawî diłber pyałeyî sehba
peşêw be her wekû mecnûn le hîcrî qametî leyla
ke derxa diłberim ew gerdinî safîy bilûrînî
le pencem mû dezê, ger des dirêj kem bo milî mîna
ẍułamî û bendeyî ew şoxe ger destim kewêt ḧeyfe
tenezzul kem ke biçme meslekî eskenderNamed-Entity û daraNamed-Entity
girîbanî nwand û pêkenî û fermûy temaşa ke
ke emřo mu’cîzey min çaktire yaxo yedî beyza?