xwênî dû çawim be new’ê damenim řengîn eka

From the Book:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
By:
Ahmad Mukhtar Jaff (1896-1935)
 1 minutes  3344 views
xwênî dû çawim be new’ê damenim řengîn eka
her kes embînê be ḧałî natewanim şîn eka
şêxî îřşad û murîd û salîk û sofî û feqê
ew beyek nwařîn becarê kafir û bê dîn eka
hîç xene pêwîst nîye bo dest û pencey diłberim
wa be xwênî min xerîke dest û pêy nexşîn eka
qet le lêwî şekker efşanî qisey xoşim nebîst
daymen bê dîne meşẍûłe diłim ẍemgîn eka
wa le hîcrî qametî serwî nîgarî nazenîn
em diłem qumrî sîfet her girye û nałîn eka
ger biłêy eḧmedPen name le yarî bûseyê dawa bika
řû eçerxênê le to û gwêy lew qise sengîn eka