xanmî meygêř were bom têkewe

From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 7 minutes  821 views
xanmî meygêř were bom têkewe
řêge dûr û zor be tirse řêm kewe
pestim û kewtûmete naw çałî ẍem
bigre destim zwîr mebe lêm takû hem
zor perêşanim be dest em çerxewe
bextî bed řeftar bese wer çerxewe
to ke dem bînî be bê hêz û zebûn
sîs û jakaw kewtûme naw gomî xûn
wa be zamî xomewe detlêmewe,
bê kes û awareme dexulêmewe
gum buwe lêm řêgeyî řastî necat
kê dezanê çarenûs bo kêm debat
aşnayêk bête řê nîşanderim
pêm biłê řastî pena bo kwê berim?
çake xom amade kem bo bergirî
dujminim lasare dest hełnagrî
řîzî xom řêk xem be zanist û be hoş
hêzî xom yek xem wekû heng bême coş
ta be yek hêrş le meydanî neberd
dujminim perit kem bibête toz û gerd
xanmî meygêř be camê řûke min
ta neşêwawim û wizem pê mawe min
her kesêk berdêk bihawêjête min
pêy debestim destî zû debiřim le bin
deykeme pend ta bibînin dujminan
min ke kûrey agirêkim bê eman
dême meydanî şeřî man û neman
ta be carêk tarumar kem dujminan
çon bibînim nîştimanî beş beşim
bwîte mołgey dujmin û min bê beşim
debme na pałim weyan bombay etom
ta bisûtênim ewaney dij be xom
ew deme derman debin zam û birîn
ser le no dest pê deka dûbare jîn
xak û merzim lew peřî ta ew peřî
nayełim dujmin be nawya tê peřî
destî debiřim qaçî deşkênim be berd
çon debê lêm bogeka pawanî herd
ser le nwê boy dêmewe kořî xebat
sed bełên bê koł nederbim ta memat
gişt birînî kon û tazem hate sû
bo pizîşkê bê bika dermanî zû
xanmî meygêř be camê řû ke min
ta neşêwawim wizem pê mawe min
gerçî pêwîstim heye bo sanewe
xoştire bimirim be derd û janewe
xoştire bimirim le kořî cengewe,
nek jyanêk piř le ’ar û nengewe
gyan bext kirdin le řêgay nîştiman
bo hemîşe zor pîroze koł nedan
dujminit ger hest bika hêzit heye
ew ḧisabet bo deka řêzit heye
dême meydan bo fîdakarî û neberd
ta le dujmin teng bikem řêy deşt û herd
şarî mêrûy lê bibête qeyserî
nahêłim gyanî be hîç la derpeřê
ger emin zû neykujim ew dem kujê
xwa mu’în bê nayełim çîtir bijî
ew kesey min boy degryem řoj û şew
wa ḧeramim kird le xom xorak û xew!
ew çekî hełgirtiwe dêt dem kujî
pêm dełê to zor biłêy nabê bijî!
ey biray kurd besye takey bîr kewe
xot le zelkawî nezanî derkewe!
«xanmî meygêř be camî piř le mey
arezûmendim feramoşim nekey!»
her ewey gyanî le řêga bext dikey
řêy be tirs û lerzî wa bo text dekey
ew helî bo hełkewê detka be qût
katê zanît kewtye naw zarî ḧût!
sûd nabexşê peşîman bûnewe
mawe namênê le bo derçûnewe!
min be pêwîstî dezanim řoj û şew
her be çake řênmayît bo bikem
bergirî kirdin le karî bedřewişt
erkî serşane leser wird û dirişt
ta le xak û merzî xom neynême der
destî lê heł nagirim xakî beser
deykeme pend bo hemû destidrêjekan
çî dîke jêr pêy nexen mafî gelan
řêy necat degirim le dujmin řa nekat
ta qyamet fîtneyek berpa nekat
bo řezamendî xuda û pêẍemberan,
zor pîroze bergirî destidrêjekan!
bem gute biřwa meke ḧeq jêr kewê
her diroye! nabê naḧeq ser kewê
«xanmî meygêř were wahat beyan
tê ke camêk laberê gişt derd û jan!»
nageye amanc be danîştin biřa,
«leyْse lîlْ’îynْsanî îyleّa ma se’î»
berhemî řenc û fîdakarî û xebat
serbiłindî û bextyarît dest dexat
min le layen xom legeł dagîrkeran
dij dewestim takû mawim bê wiçan
kurd le kurdistan bimênê yek nefer
nabê dagîrker bika geşt û guzer
kurd heye! kurd xwa mu’în bê her dejîn
nayełê qed xewnî dujmin bête dî
carha dujmin ke seryan da le berd
hatne kurdistan û bûne toz û gerd!
her wekû caranî pêşû û zêde tir,
newt û pûşe dujminim xom debme giř
agirî tê berdedem nekujête,
wa bisûtê ta ebed nekujêtewe
bo qel û dał çon debê laney heło
çon bika řêwî le cêy şêr hat û ço?
xamî meygêř le dujmin dił piřim,
takû mawim destî lê heł nagirim!
têke bo min lew meyey dûbareye
ta bicengim şertî her em careye
çoł bikem meydan û dujmin ser kewê
zor be zeḧmet carêkî tir derkewê
wek heło çengî le xakim gîr bika
zor be asanî minîş destigîr bika
her kewabê erkî serşanî tuwe
gyan fîda key ey bira her çen zuwe
tarumar keyn dujminan perit û biław
ba zewî dêm keyn le xwênî wan beraw
bergirî kirdin le karî bedřewişt
erkî serşane le bo wird û dirişt
zorî wa hen êstêke hergîz nebûn
hatne nêw meydanî zanist û finûn
êste endamin řîzî dewłeta
xawenî hêz û sûpa û fermanřewan!
nêw çawanî min be tenya mor kira
şeqłî jêrdestîm le çwar la lêdra
aşnayyekim nîye lem ’aleme
çunke xom biřwam be bûnî xom keme
řû le her řêga dekem bestirawe lêm
ser be herkiwêda dekem napirsî kêm?
«xanmî meygêř xem û derd û keser
dewryan dawim be zeḧmet biçme der»
gurgî bediriftare dujmin birsîye,
meř şwanî ger nebû tirsî nîye!
xoy dezanê bûnî min bo mafî ew
tirsinake řojî ger hestim le xew
bo qel û dał çon debê laney heło
çon bika řêwî lecêy şêr hat û ço
tê geyştim êste hoşyarim emin
way be çî derdêk giriftarim emin
dij be yektir bûnman çon fêr eken
yek nenasîn boye çawman kwêr eken
zor le mêje mubtelam bem derdewe
wek le xew hestam û çawim kirdewe
tê geyştim min hełem zor kirduwe!
bo çî bo pare biray xom kuştuwe?
yek lewane peşîman bûnewe
êste bo řîzî şeref hatûnewe
gwê gire çît bo dihbêjî ey bira
destî yek bigrîn hemûman wek bira
ew birayey her leřêy serbestî min
xoy bext kird çon nebziwê hestî min
xanmî meygêř xem û derd û keser
dewryan dawim be zeḧmet biçme der
zû be zû camê le mey řeng erxewan
ba binoşim hest dekem êsta jyan
şermezarim řûm nîye ser hełbiřim
êste xom nasî le dujmin dił piřiřim
ger fîdakarî nekem bo nîştiman
lêm ḧeram bê ey biray kurdim jyan!