xunçe gułêk, leser çiłêk

From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 1 minutes  771 views
xunçe gułêk, leser çiłêk
gwêy girtibû, le bulbulêk
bulbul be diłêkî piř le coş
cîhanî kirdibû feramoş
westa bû beramber be guł
firmêskî deřjand zor be kuł
deyxiwênd herdem be awazêk
boy aşkira dekird řazêk!
xunçey dił teng bê bezeyî
le nihênî bulbul geyî
perdey le řûy la kirdewe,
leser xo lêwî kirdewe!
gutî: bulbul herzekarî
lêt bote xû şîn û zarî
herdem leser liqî çiłî
her řoje berimber be gułî
firmêskî xwênîn deřêjî
goranî xoş xoş debêjî
her bo ewey bed key nêwim
lêwit bixeyte ser lêwim
zor xot dekey mandû û şeqî
çiqłêk le jêr pêt deçeqî
min ta êsta parêzrawim,
çiqłî xome dewrî dawim!
ne to ne baxewanî pîr
natwanin bimken destigîr!
xunçey baxî kurdewarîm
beratî mijdey řizgarîm!