emřo řojêke ke wa têpeř debê řojî çiley

bo çiley xwalêxoşbû hunermend tayer tofêq
From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 2 minutes  764 views
emřo řojêke ke wa têpeř debê řojî çiley
çunke her lem řojeda westa le lêdan ew diłey
ew diłe piř soz û piř coş û çirîkey bulbuley
nîştiman bû xwastî ew xistibûye şwênî ew gułey
namrê dengî demênê tayerî xoş xwanî min
jîn û merg ḧacî dełêt wêney hetaw û sayeye
ew kesey xûy çakî kirde pîşe boy sermayeye
xoşewîstî komełe herdem le berzî payeye
kirdewey çakî pesende cêy řezay ew xwayeye
namrê dengî demênê tayerî xoş xwanî min
ew kese zanaye ger řojanî jîn bayî nebê
tûşî bê řêzî û hełe û şêwan û sewdayî nebê
ger le mawey jînya çend pêş kewê bayî nebê
zor debê agay le xoy bê tûşî řîswayî nebê
namrê dengî demênê tayerî xoş xwanî min
zor hejarî çeşt le jînda maweyêkîş řay bward
mil keçî bo kes nekird ta řojê hat gyanî sipard
yarmetî dawa nekird û xwastî bo lay kes nenard
xoy le bo xoy han deda bo pyawetî xoy hełbijard
namrê dengî demênê tayerî xoş xwanî min
kořî şînî bo degêřêt her kesê kołî neda
her kesêkî takû mirdin qet le řêy řast lay neda
her kesêk wabû le mawey jînya xoy baneda
aferîn bo ew kese bo dest biřîn xoy heł neda
namrê dengî demênê tayerî xoş xwanî min
sed dirûd û sed seławim bê le gyanî pakî to
desteyê guł pêşkeşî ser gořeke û ser xakî to
aferîn sed aferîn bo hest û nestî çakî to
xwaye řeḧmet řêjî ka sergořî bawik û daykî to
namrê dengî demênê tayerî xoş xwanî min