aşnayêkim hebê le ’alem tenya her ẍeme

From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 1 minutes  685 views
aşnayêkim hebê le ’alem tenya her ẍeme
małî awa bê wefadarî weha emřo keme
hemdemî řoj û şewanim her ewe û her ew debê
ew nebê min bê kesim qurbanî bê herçî heme
hogrî şadî nebûm qet boye řû nakate min
min diłî xom da be ẍem şadî lewê nameḧreme
mubtelay derdêkî wabûm le derdî mîlletim
pêkenînim giryeye xoşîm hemûy mateme
min ke kurdim ’îzzetî nefsim ebed lêm nagřê
xizmetî bêgane kirdin lam şitêkî esteme!
mirdinim la xoştire sed car le jînêkî ke wa
wêł û awarey wiłatan bim wekû êsta heme
padşayî bo çî ye ger jînî derwêşî bibê
goşeyî kuncî qena’et min lemew dwa cêgeme
ew firîbî xwardibû boye le cenet der kira
herçî tawanêkî min deykem le estoy ademe
’ewnîPen name huşyar bû nekewte dawu bendî řojgar
xo firoştin îmřo zor bawe bełam nirxî keme!