be tundî pê menê ser xak û endamî nîgarêke

From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 2 minutes  643 views
be tundî pê menê ser xak û endamî nîgarêke
nekey pêy da biřoy çunke le cestey çend hezarêk
be sûkî tê mege em xake latan zor be qîmet bê
hemûy her xakî dest û pê û çawu lêwu zarêk
eger tohełkenî sa naw diłî xak bot beder bêxî
çi cêgay awedanî bê çi cêgay şwêne warêke!
eger bêt û be çawî dił serinc bigrî dezanî to
ke şar wêran buwe wêraneye êstake şarêke!
hemû cêy şanşîne êsta wa xanûy hejarane
hemûy kuxtî hejare, êste qesrî şehryarêke
dirustî kirdûy wa afrîdgar çî dezanî to
siruşt padşaye, yan gedaye, yan hejarêke
ewey hogir řewişt û xûyî çak bû çakî lê zanî
le dû gêtî beřastî bextyar û bextyarêke!
mebe bayî be darayî cîhan em pîre mekiroye
eger qendit le dem ka bê guman her jarî marêke
be hîway şadî û xoşî le gêtî dûr le zanîne
ewey şadî debînê lêy bipirse derde darêke
şewu řoj, mang û xor, derya û zewî, çerx û felek giştî
eto biřwa bike ’ewnîPen name ke karî kirdigarêke!