le jêr barî xemit ey serû qamet qametim nûne

From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 1 minutes  815 views
le jêr barî xemit ey serû qamet qametim nûne
le serma sayeyî serwî qedit bo çî le kem bûne
çi bû tawanî ferhad pêm biłê ey şîrînî ermen
diłopî xwênî ałî ew gułałey kêwî bêstûne
eger leyla be hoy mecnûnewe meşhûrî ’alem bû
le sayey ’eşqî leyla deştî necdîş qesrî mecnûne
wekû ye’qûb le goşey xem nişînî kewtûm herdem
be hîway mijdeyêkî ew kesem lêm bê ser û şûne!