felek pabendî kirdim hem şikarî nakesî kirdim
From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
1 minutes
988 views
felek pabendî kirdim hem şikarî nakesî kirdim
meḧebbet ẍedrî lê kirdim duçarî nakesî kirdim
’eceb qîsmet hełî girtim be çoł û badyey ’eşqa
be nakamî çilon tûşî dyarî nakesî kirdim
zimamî dił be destî min nebû çibkem řefîqanim
ezel teqdîrî wabû tefrexwarî naksî kirdim