řojgarêke şoxî nazenîn

şoxî nazenîn
From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 2 minutes  821 views
řojgarêke şoxî nazenîn
be lencewlar û ’îşwe û pêkenîn
herwa xerîke be nazî çawî
řojêk bimgirî bimxate dawî
bê merc û bełên bibestî destim
dûr bim le řastî hest û mebestim
herwa kwêrane bikewme şwênî
çî bika bernedem dest le dawênî!
ew çî pê xoş bêt minîş herwa bim
ba lenaw komeł sûk û řîswa bim
xeyałî xawe min berzelanem
parêzrawî ew tîr û tanem!
min gişt mebest û hîwam û awatim
şadî û řizgarî gele û wiłatim
yeke hengawî řêy řizgarîme,
hîway ser berzîy û bextyarîme!
bo xom bo gelî zor lê kiram
bo nîştimanî beş beş kirawim
serdemê minîş firman řewa bûm
xawen barega û hêz û sûpa bûm
feramoşim kird le řûy nezanî
xawen barega û hêz û sûpa bûm
feramoşim kird le řûy nezanî
yadî řojanî mîdya û sasanî
ferman řewayîm bû be jêr destî
şadî û xoşbextîm gořa be pestî
êsta duçarî şûreyî û nengim
le hemû lawe meḧkûm be mergim
ey kîje cwanî kurdî aware
be dengî berz biłê haware
toş gyan fîda be her wekû kakit
bo parêzgarî wiłat û xakit
be komeł lawan bend ke le dawit
ser danewênin bo sîḧrî çawit
yekem meşqit bê xobext karî
gyan fîdakaray heta řizgarî
nabê řawestî le hełmet birdin
bo pak kirdinewey wiłat le dujmin
ta hênanedî mafêkî řewa
dabmerzênî supa û barega
’îşwe û nezaket çekî şořş bê
handanit her wa le bo hêrş bê
diłit be şadî û xoşî gel şad bê
cejinit řojêk bê gelit azad bê
bełên bê ewsa her tom xoş dewê
hawřêy xebatim ta mirdin dewê