xozge wek xom demwîst wa bam

xozge
From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 1 minutes  843 views
xozge wek xom demwîst wa bam
legeł şî’ir aşna bam!
şoxî û cwanî tom nûsîba
le çawî bed netirsa bam!
bextewer bûm bimtiwanyaye,
çend defterm binûsyaye
eger zorîş neba kemêk
cwanî tom bas bikirdaye
gişt twana û bîr û hestim
bimxistaye dest mebestim
her kes wêney toy bînîba
le naw ewêney hełbestim!
sersam dema wek gêj û lał
deykird sed endêşe û xeyał
yezdan awa neydawete kes
bejin, bała, şoxî, delal
pêwîst waye bîparêzim,
tund tund bîgirme amêzim
legeł bedbîn û bedkaran
bekar bênim kîne û hêzim!
gyan bext kem hemû katê
destî bedkarî negatê
bo geyştin bem hîwaye
deçme řêy hat û nehatê
emca yarî xoşewîstim
le řêy diłdarît nawestim
gyan bext kem le pênawit
ta pêk dêt hemû mebestim