nexoşîy çawekanit hate çawim derd û janî girt

From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 1 minutes  1205 views
nexoşîy çawekanit hate çawim derd û janî girt
le çawî to bedûr bê çawekanî min ke tanî girt
lejêr barî xemit qedî çemîwî min temaşa ke
gunahî çawte tîrî mujet goşey kewanî girt
bemestî nazewe çawî xewałût bê xewî damê
bełê bobaxî sîney pasewan û baxewanî girt
be pencey dugmekey sîney tirazand min ke nemzanî
ke çî şew aşkira bû wa şefeq dewrî beyanî girt
ke mangî řût le şamî perçemit derkewt çi berpa bû
kitupiř ’aşiqî řût yek be yek derdî kitanî girt
be wêney wirde xałî řûte şêwey asman îmşew,
terazûy tal’im hełhat û řêgay kake şanî girt
pepûley arezûm wek nîşte ser xunçey dem û lêwit
xidir asa bebê erk çaweyî awî jyanî girt
beşêwey řengî zerdî min bû ’eksî kird le řuxsarit
beharî şadmanî zû be zû şêwey xezanî girt
legeł ’ewnîPen name le kořî bezmitan meylî nebû saqî
be naçarî penay bird damenî pîrî muẍanî girt!