çend bedengî xoşewe goranî bêjit û cêy negirt

From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 1 minutes  964 views
çend bedengî xoşewe goranî bêjit û cêy negirt
çendî meygêř fermû fermûy kird û gwêy lê negirt
min gutim watîrî nazî çawî to pêkay diłim
pêkenî fermûy beřêk kewt bû nîşanim lêy negirt
korpekey sawam le bêşkey nazda çend řajenî
hênde bê hêz bû nexoşî girt bû, qet pêy negirt
min ke tawanim nîye em şoxe bo diłgîre lêm
çendî bankim kirdû lêy pařamewe hîç gwêy negirt
dił şikawim boye firmêskim debarênim be kuł
tûře bû fermûy diroye min çi berdem têy negirt
lêgeřê bedkar bederd û janî xoy bitlêtewe
wêł û ser gerdan debê her kes be řastî řêy negirt
xem zedey xot bu diłî bêçare çend pařayewe
řojê biřwat pê nekird taku le jêr pêt fêy negirt!