katî guł û muł hatewe ye’nî ke behare

beharî deştî ferac
From the Book:
Dîwanî Muxlîs
By:
Mukhles (1910-1985)
 4 minutes  839 views
katî guł û muł hatewe ye’nî ke behare
bulbul deçrîkênê birîndarî nîgare
seḧra wekû tawis weye xemłîw dyare
çon piřbuwe emřo le kiçî gwê be gware
kê gerdenî gerdenliẍî têda ewe yare
pîr bûme keçî dem deme dił dête xeyałan
serkêşî deka meylî lebo lay kiç û kałan
mest bûm le qeracî be heway dîde ẍezalan
wek cennete emřoke leber ḧorî mîsalan
hełdestê henasem wekû dûkeł le ciẍare
çîn çîn kedeçin wek řewe mamz lebo ser’aw
bew perçem û egrîce û zułfî wekû xawxaw
bew qametî wa berz û şilk herwekû lawlaw
hîç ḧeq nîye lomey bikirê ger bipsê law
bo řawî ewane diłekem çende sware
wextê keleser gomewe girdidebnewe emca
řeng řeng lehemû řengewe wek ḧacî le ḧecda
ew kîj û kuřane degeřên ’aşiq û şeyda
her parçe beheştêke lewênder buwe peyda
xałî leẍeme herwekû etłes le sitare
wird wird ke deřon bem serî pencane çi şengin
çawbazin û piřnazin û ẍemmaz û çelengin
lêwyan le tebessum û be mesel ẍunçeyî tengin
da’îm be birjang û be biro ma’îlî cengin
sînem lebrîn piřbuwe derçû le jimare
bêrî ke lebo bêr deçê xoy wa deşlênê
wek areqe serta beqedem naz deřjênê
’eyyare humay pîr û cewanan deřfênê
çon demrî şwan bêrî leber bêr dedwênê
cêy êmeye ser bêr leşwan bêde xestare
cot cot leberamber yekewe meşke dejênin
her ḧefit tebeqey erz û sema řadehejênin
qaqa be qisey xoşewe yêk pê dekenîn
sun’î ezelîne newekû sûretî çînin
binwaře ewey kember dar çend şedelare
ew taqme mumtaze ke wa dêne zyaret
zor dûrnîye bên cumle melayk be nezaret
hełdesnewe mirdû dedene yekdî be şaret
wek dujminî dîn wane debin dîn be fetaret
bêkyan legełe way legełim çend be pilare
em merqede emřoke wekû beytî xudaye
’alem decmê herkese meşẍûłî do’aye
yarî be wefam ewdeme emnî le diłaye
yařeb diłî meşkêne diłî qet neşkaye
mexsûs lehemû cewrî zeman bîde çepare
řazaytewe herkes behemû çeşnê bezînet
wek řoj detrîskên hemû lawçak û be şewket
kê bê ke betas tasî neken neyxene ḧîret
herkes hebê zewqî debê mecbûr be meḧebbet
cergî minî birjanduwe ew laseredare
wek yûsfî saḧêb ḧeşem û cah û celaln
taqin le melaḧet hemû sułtanî cemałn
lêw’ałî ’eqîqin be biro ’eynî hîlaln
wek ehlî beheştin qisexoş û be kemałn
kamey keme ser řûmetî wek denkî henare
deykem be fîday deşt û qerac parî û lubnan
pêşkêşî deka ehlî tebîy’et hemû êran
serdeftere lem fesłe legermên û lekwêstan
cêy fexre le řûy dujminewe bo gelî kurdan
nayden be çi kes tawekû nedrên leqenare
cêgayeke wek şame lexêr û bereketda
biřyarî leyek tawekû sed wadebê deřwa
genmî çi genim wek genmî adem û ḧewwa
coy bo řeşî wek xałe leser řûmetî leyla
wek zułfekî şane bikirê waye tebare
nanêkî heye layqe bidrê beselatîn
tenk û sipye û lûse wekû kaẍezî nûsîn
awî hemû dermane çi tał bêt û çi şîrîn
hênd xoşe heway qet be çi kes nayete texmîn
emřoke lebo xoşî hemû dêy wekû şare
ew ehley lewênder hene wek ḧatemî tey wan
daym degeřên xełkî biben bîkene mîwan
şorawe pyałe hemû dem ḧazre fincan
xoyan bikujin herwedezanin keme hêştan
diłyan le sexa safe bebê toz û ẍubare
muxlîsPen name keweha xoy denwênê kecewane
herçende ke şewqî heye emma bezmane
carcare ke meşẍul debê bem terze qisane
bo keyfî diłî meclîs û asarî zemane
çawî le do’ay çakeye lem dar û dyare