ey xuday berz û tewana, danerî kewn û mekan

bwarî deştî qerac
From the Book:
Dîwanî Muxlîs
By:
Mukhles (1910-1985)
 8 minutes  1087 views
ey xuday berz û tewana, danerî kewn û mekan
řaxerî ferşî zemîn û řagrî hefit asman
hênerî hawîn û payîz, ber le zistan û buwar
xawenî ’erşî biłind û sełtenet bexşî cîhan
ber le to kes nebuwe ta bûnit le ew wergirtibê
lewdeqey deřwa hebûnit bê to nabîtin çi an
feylesufanî wekû suqrat û eflatûn û çi kes
derneçû leseryan le zat û wesfî to herçend duwan
her kesêkî seyrî asarî tewanayît bika
natwanê hełbikêşêtin le řût tîẍî ziman
ew sera perde leser ew şikłe datmerzanduwe
çon muhendîs wa dezanîtin be ’îlmî nařewan
gumbedêkî wa biłind pan û bebê taq û ’emûd
çon bebê têkçûn weha westawe çend sał û zeman
wek eletrîkî le şuqe bo milukan hełkirê
waye mangî çarde şew bo çaweřêy bezmî şewan
şew ke wek zułfî ḧebîban kewte ser řûy řojewe
ca betirs û lerzewe xoderdexen estêrekan
wek lenêw ew qesrî wa pîroze řeng derdexat
bûkî no řojî sema dêne sema pîr û cewan
ah û dûdî ’aşiqane debête hewrî jêr felek
qetre firmêskî dûçawî ’aşiqin baranekan
wek zemîn firmêskî çawî ’aşiqanî peřye ser
zor bedił germî û benermî deng dekate dulberan
cabecarê ew kiłûk û ew gułaney mirdibûn
dête der seryan le xak zerd û ze’îf wek mirduwan
řoj be řoj naz û nezaketyan le řû zêtir debê
takû dibne menzerî berçawî menzer perweran
seyrî newroz û beharî xakî kurdistan bike
gerdenî xot hełbikêşe seyrî şax û daxekan
newcewananî beharit dête berçaw çîn be çîn
nazk û nazdar û bêgerd herwekû řoḧî řewan
’eksî řengî ew gyayane ke wa lêktir eden
çaw debê şořka eger tawis muqabîl bê bewan
şayî şêxanî deken weqtê ke bayan lêdeda
çaw temaşayan deka û dił serbexo dête hejan
ew dełêy lêwî be xwênî ’aşiqan sûr kirduwe
ew dełêy camî şerabe çawekey bo ’aşiqan
ew seraserî etłesî serzewî leber xoy kirduwe
mêzerî zerd û sipî nawe leser ḧacîlekan
ew xenawkey şebnemî kirdote gerden xoy leşew
ew leser xoy ladeba perde legeł bayî beyan
têkeławin dest lemil yêk û zar piř pêkenîn
çawřeş û řûmet geş û řûbê nîqab wek modekan
ba ke nayey lêdedat û asman doł lêdeda
debête şayî û hełpeřînyan herwekû kîj û kuřan
herwekû ḧewzî ḧemame bo ewan hewrî behar
aw beseryan dadeřêjê xodeşon paşî geman
kakî xom dûbare çawit hełêre seyrê bike
piř be çaw binwaře berzî bejin û bałay kêwekan
zor be aheste biřo ta deçye ser toqî serî
pê biparêze meqnicêne be pê řoyî gułan
tacî şahanî leser nawe wekû befrî sipî
ta hemû kes têbgatin dujminî ew řûsîyan
ger lepaş baran le ger wan wirde wirde serkewî
dête ber çawit wekû kaşî niquşî berdekan
her wekû řoḧ waye jêr gyayan pak û řûn
her dełêy awî ḧeyate awekey nêw her kewan
ew kewaney wa leser kepkan xerîkî qep qepin
zor le dengî mosîqa û ’ûd xoştire dengî ewan
dulberî torawe lêy bangî deka bîdozêtewe
her desûřê ta dekewte daw û bendî tořewan
wirde wirde çend be şîrînî leser berdan deřon
gerdenî xoyan le řoyîn hełdekêşin suskekan
hênde be hêz çapukin ger bê lenakaw hełfiřê
dûr nîye baz berbidaw destika be bazan bazewan
seyrî berşaxan bike her kotre dêt û deçê
girmegirmî kotran xoş dête ber gwêy dił kulan
řew deken, dił şeq deken, wek dê şeqey bałyan leber
hate hat û hajehajî dengî saçme û řawçyan
seyrî ew ḧeywane kêwyane bike çon perit bûn
herkese řûy xoy le layê kirduwe wek eşqîyan
nûske nûskî tûle dêt û řêwye wa pêç deka
hane hanî tajyan dêtin le dû kerwêşkekan
her sware toz egatin wa ledû nêçîrî xoy
şîw û çom napirsî, nakatin xeyałî wergeřan
ba biçîn ewca demê seyrêkî dewzêyan bikeyn
ba bizanîn çone seyr û dîtnî dew’awekan
çawekem ey awî şîrîn boçî nawestî demê
zor lemêje arezûman dîdenî toye becan
ew melaney toke gewret kirdûn ger to biřoy
wek hetîw lêre demênin têk deçê hêlaneyan
hestî xot řabgire satê agirt têberdebî
hênd bedił germî denałênin demê naden wiçan
ew dełê tîtî kenaçe piřbedem hawar deka
çend ẍerîb û çend be soze dengî tîtrwaskekan
awî şîrîn çend be şîrînî cewabî dayewe
min ke xakî xom be cêdêłim le řiq xizim û kesan
êwe bêgane peristin xwên mijin bo yektirî
řoḧî xotan, xakî xotan nawê bo bêganekan
nokerî bêganekan wek êwe emnîş babekem
têbgem çone legeł bêgane hestan û jyan
tif le jînêkî legeł dujmin be çawşořî bikey
bes lebojin xoşîye, jêrî û leser pişt řakşan
ba biřoyn dew’aw û dew’aw řûbeřûy deştî qerac
diłgire weqtî beharan, xoşe bo def’î ẍeman
seyrî řêgayan bike her koç û koçbarin eřon
çend şil û xawen temaşa, xanim û xatûnekan
her dełêy řojin leser kêwan wa piřşing eden
ew kiçane barge bestirawin le hêstirî bareban
zor lemêje wa leřêgada deřoyn û mandû bûyn
ba legirdî girdeşêr ew şo bixeyn barxaneman
seyrî ew deştî weha pan û berîn ke serbeser
řeş deçîtin wa leber řeşmarî kurd û ’areban
şew leser girdî bwestî, seyrî her çar la bike
agirî serkêwî tûre, agirî řeşmarekan
ta se’at pênc û şeşî şew kîj û kuř têkeł debin
deçête jêr ’erşî felek, bilûl û nayeyan
şew direnge weqtî xewtin hatuwe, ba pertekeyn
doł diřa, teqey biřa, řû bikeynewe ser cêgeman
sa ewey yarî hebê naçêtewe bo małewe
kořî daneřjawe hêştan ta neçête cêy jwan
ḧeyfe bo ew newnemamaney ke yarêkyan nîye
şew legeł ẍem dest lemil yektir eken takû beyan
sa ke hat û şew zirîngawe etû gwê řagre
bo şewîn deřwa dekate fîte fît kakî şwan
bangî kabanan dekatin şew direnge hestinewe
sa lecêga dêne der debête zirîngey baznan
seyrî ew çawe řeşey têr nebuwe hêştakû le xew
seyrî ew lêwane ke hêşta nekewtûyne qisan
zołfekey wek ’ûd leser pişkoyî řû wa bon eda
herke sincaqî tiraza bê bike seyrî meman
sînekey wek sînîyekî zîwe saf û bê ẍeşe
cote fincanêkî zîwîn û serewjêr wa leban
giftugoy wesił û ’îtaye tamî şekir û qaweye
wek şerab emma deka serxoş û mest pîr wicewan
ew deçî kabanî nane dest be ardibêjtin deka
ard nîye her řoḧe eybêjêt û deykatin benan
ew lebo lay mencełî mast wa deçî meşke ledest
seyrî wek meşkey dejînê dił dekatin piř le jan
ew demey ba dê ke çarogey leser ser ladeda
natwanê řoj bika seyrî xezêm û gwarekan
ew heware kon bû ba bo gomî «marwaşan» biçîn
cê řewî qaz û qurîngane legeł poř û sîyan
herke bo’aw dêne ser ewgome çîn çîn kîj û kuř
nayete berçawî hîçkes menzeřî ewha cwan
herkuře ḧeyran dełêt û herkiçe twahû deka
herwekû serxoş desûřên komełî kîj û kuřan
herwekû ẍunçe depşikûn ew kiçaney ẍunçe dem
kuře wekû bulbul çirîkey dê ledewrî sûrgułan
bo ceře û bo kunde piřkirdin lelay xo hatûn
kundeye wa şeq debat û ceřeye dête şikan
ew wiłaxî berdebêt û ew xilîskêkî deba
debête qaqay pêkenîn û gotin û çepłe kutan
řoj ke hate xişxokê berew mał exşin hemû
seyrî bezmî řê ta deçnewe nêw hobeyan
bezim û řezmî wa le lubnan û le ewrupa nîye
natwanê wesfî ew bezmey tewawka hîç ziman
ta behar kota debîtin řoj û şew ewha deken
muxlîsaPen name xoşe hełay kîj û kuřî soranîyan