lêrewe yaran şew û řoj yadî kurdistan dekem

kurdî museqqef
From the Book:
Dîwanî Muxlîs
By:
Mukhles (1910-1985)
 1 minutes  797 views
lêrewe yaran şew û řoj yadî kurdistan dekem
zor ẍerîbî xak û xoł û sêberî daran dekem
min nexoşim bay weten ke hat be çakî pêy biłên
arezûy sêw û geraz û mijimj û xoxan dekem
do be keşk û kifte û dandok be siłqî ser beřûn
keşkek û dołme û piław, zor bîrî xwardintan dekem
genim û co û kuncî û birinc, neft û şekir û çam hebî
xom besim bo xom, çi me’na řû le bêganan dekem
qewmî kurdî şêrbeçey xom xoş dewê wek řoḧî xom
bo bepêşkewtin çyan pêwîst bê xizmetyan dekem
her çi qewmêkî ke debînim le kurd bê dîn tire
sa ke wa bê ḧez le berzî û serbexobûnyan dekem
muxlîsaPen name ger kurd museqqef bêt û eş’aryan bwê
herçî kurd bê berk û kîsey piř duř û mercan dekem